DYA û Fransayê gotin ku wê li Sûriyeyê bimînin

Qesra Spî diyar kir ku mîsyona hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê wê dewam bike. Serokkomarê Fransayê jî ragihand, ku wan DYA di vê mijarê de qanih kirine.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders diyar kir ku misyona hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê neguheriye, lê belê di firsenda destpêkê de wê vekişin. Sanders got, "Misyona Amerîkayê neguheriye. Serok bi awayekî vekirî got ku di dema pêkan de ew dixwazin hêzên Amerîkî vegerin."

Di daxuyaniya nivîskî ya berdevk de hate destnîşankirin ku DYA bi biryar e ku DAÎŞ'ê 'bipelixîne'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi biryar in ISIS (DAÎŞ) bi temamî bipelixînin û bikin ku nema karibe derkeve holê."

Berdevk her wiha got, "Her wiha em li bendê ne ku tifaq û hevalbendên me yên herêmî ji bo ewlekirina herêmê bi erk û berpirsyariya xwe ya leşkerî û malî rabin."

Ev daxuyanî çend saet piştî daxuyaniya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li ser yekîneyên leşkerî yên li Sûriyeyê hat.

Macron got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi niyet e ku ji Sûriyeyê derkeve. Me ew qanih kir, li ser pêwîstiya mayina li wir me ew qanih kir."