DYA û Brîtanyayê Rûsya bi êrîşa sîber sûcdar kirin
DYA û Brîtanyayê hişyarî dan ku Rûsya hewl dide êrîşa sîber bibe ser saziyên cemaweriyê.
DYA û Brîtanyayê hişyarî dan ku Rûsya hewl dide êrîşa sîber bibe ser saziyên cemaweriyê.
Rêxistinên îstîxbaratê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Brîtanyayê daxuyaniyeke hevpar dan û îdîa kirin ku Rûsya hewl dide êrîşa sîber bike.
Daxuyanî ji aliyê Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), Wezareta Ewlekariya Hundir û Navenda Ewlekariya Sîber a Neteweyî ya Brîtanyayê ve hate dayin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, dewleta Rûs organîzasyonên girîng ên hikumetê û sektora taybet kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku şîrketên girîng ên binesaziyê û belavkarên înternetê jî di hedefê de ne.