DYA, li dijî pêngavên Rûsya ya li Baltikê hişyarî da
Di hevdîtina DYA’yê ligel Wezîrê Karê Derve yê Rûsayê ku îro bi hevre civiya de, bi taybet kirîza li Sûriyeyê hate gotûbêkirin, Pentagonê li dijî hewldana Rûsyayê ya li Deriya Baltikê hişharî da.
Di hevdîtina DYA’yê ligel Wezîrê Karê Derve yê Rûsayê ku îro bi hevre civiya de, bi taybet kirîza li Sûriyeyê hate gotûbêkirin, Pentagonê li dijî hewldana Rûsyayê ya li Deriya Baltikê hişharî da.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) James Mattîs, têkildarî sîstema fuzeyan a bi navê Îskender a ku Rûsya plan dike li Derya Baltik bi cih bike, hişyariya ‘Wê aramiya herêmê’ xira bike da.
Mattîn diyar kir ku DYA, li dijî vê ji bo tedbîrên NATO yên li Deryaya Baltik wê sîstemên parastina fûzeyan bişînin, diyar kir ku hewldanên Rûsyaya yên dişibin vê, wê ‘aramiya herêmê xira bike’. Mattîn ê ku di dema serdaneke li Lîtvanyayê de axvivî, îdîda kir ku sîsteam ku NATO’yê li herêmê bi cih kirî bi temamî bi ‘armanca parastinê’ ye.
Di teblîqata leşkerî ya mezin ku Rûsya meha Îlonê de ku li gel leşkerên Belarûs bi hev re pêk bînin, tê payîn ku 100 hezar leşker beşdar bibin.
Her wiha NATO di nava vê salê de bi armanca pêşîgirtina ‘êrîşên’ ne li bendê yên Rûsyayê, tabûrekî ku di nav de tankên Leopard jî hene şandibû Lîtvanyayê.