DYA: Divê ji bo dawî li nakokiyên bi Rûsyayê re bê anîn rêyek bê dîtin

Rêveberiya DYA’yê ya ku hefteya borî Kongre ‘Neçar ma’ li dijî Rûsyayê pêkanînên tund ên ekonmiyê erê bike, bi israr e bi vî welatî re ‘Ji bo daxistina nakokiyan li rêyekê digerin’.

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Rex Tîllerson ê ku beşdarî fomekî ewlekariyê ya li Filîpînê bû, bal kişand ser aloziyên bi Rûsyayê re dijîn.

Tîllerson destnîşan kir ku bi wê ji ber îdîayên ku Rûsya mudaxeleyî hilbijartinên 2016’an kiriye têkiliyên xwe qût nekin, binî xet kir ku Washîngton û Moskova ‘ji bo dawîkirina nakokiyan divê rêyekê bibînin’. Tîllerson diyar kir ku divê qadên hevpar ên xebatê bi Rûsyayê re bikin bibînin, divê li ‘Qadên li hev nakin’ jî ‘divê serî li rêyên nû bê dayîn’.

Rex Tîllerson diyar kir ku agirbesta ku sala 2015’an Rûsya li gel Ûkranya li hev kirîn, daxwaz kirine ku agirbesta ku tim tên îxalkirin ji nû ve dest bi hevdîtinan bikin.

Tîllerson bal kişand ser hevdîtinên ku li gel Wezîrê Karê Deve yê Rûsya Sargey Lavrov, biryara ji sedî 60 a xebatên dîplomatîk ên Rûsya ku bi DYA’yê re kêm bûne, wê di meha Îlonê de bersiv bidin.

Lavrov ê ku duh daxuyaniyek dabû, anîbû ziman ku Rêveberiya DYA’yê ya‘Tevî nakokiyên bilind ên di mijarên tevlîhev de jî’ daxwaza wan a bikevin di nava diyalogê de heye.