DYA 400 leşkerên xwe vedikişînin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ragihand ku wê di demekî nêz de 400 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişînin.

Di daxuyaniya ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ya beriya 3 salan li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin de, hate diyarkirin ku piştî windakirina çeteyên DIAŞ’ê ya li Reqayê û şûnde wê gelek leşkerên xwe vekişînin.

Berdevkê Koalîsyonê Ryan Dîllon ê li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da wiha got: “Amadekarî tên kirin ku ji 400 leşkeran zêdetir ên DYA’yê wê bên vekişandin.” Dîllon anî ziman ku ev biryar piştî rizgarkirina Reqa ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) ve û şûnde hatiye girtin, dîrokekî diyar neda.

Bajarê Reqa yê ku DAIŞ’ê ji bo xwe weke ‘paytext’ îlan kiribû, 17’ê Cotmehê bi operasyoneke berfireh a ji şervanên QSD’ê ku Kurd, Ereb, û gelên din li nav bi temamî hate rizgarkirin. Reqa 3 salan di bin dagirkeriya çeteyan de mabû.