Doza Stûttgartê: Em Kurd bûn û me nekarî bêdeng bimana

Veysel S., ku daxwazname dayî dadgeha doza ku siyasetmedarên Kurd li Stûttgartê ya Elmanyayê dihate darizandin, got ez Kurd bûm û min nekarî ku li bara êrîşên dirindê bêdeng bimama.

Li Stûttgartê ya Elmanya ku Girtîgeha Stammheîmê 3 jê girtî 2 jê berdayî 5 Kurd dihatin girtin danişîna 67'an Înê pêk hat.

Di dozê de Veysel S., Agît K. û Ozkan T. girtî û Cîhan A. û Evrîm A., berdayî têne darizandin.

Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîkayê di danişînên berê de derheqê kirinên faşîstî yên Tirk û têkiliyên TC-DAÎŞ'ê daxwazname hatibûn dayin.

Veysel S. jî di daxwaznameya 20 rûpelî de ji Osmaniyan heta niha bal kişandibû ser komkujiyên Tirkiyê yên li ser Kurdan.

Di daxwaznameyê de Veysel S. got heta damezirîna PKK'ê ya bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurd bêrêxistinî hatibûn hiştin û hatibûn çavtirsandîkirin.

Veysel diyar kir dewleta Tirk ji bo ku terora li ser Kurdan veşêre PKK weke 'rêxistina terorê' ragihandiye û hin dewletan jî ji bo berjewendiya xwe li gel dewleta Tirk ji Tevgera Azadiya Kurd û PKK'ê re 'terorîst' dibêjin lê her kes heqîqetê dizane.

Veysel S., diyar kir ew Kurdek bû û li bara êrîşên dirinde bêdeng nemaeye û li gorî derfetên xwe ji bo azadiyê têkoşiyaye û ew bi vê şanaz e û got, ''Ez li kûderê jî bim zarê Kurdistanê me. Çîroka Kurdan ku min hewl dayî ku behs bikim her wiha çîroka min e jî , wê jiyana min û tevgerên min jî diyar bike.''

Evrîm A. jî di daxwaznameya xwe de got ji ber terora dewleta Tirk bêgav maye ku welatê xwe berda, hatiye Elmanyayê lê dîtiye ku zêde ferqa Elmanya ji Tirkiyê nîne.

Şandeya dadgehê danişîn taloqî 5'ê Mijdarê kir.