Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Doza Katalonya dest pê dike: 600 nûçegihan wê bişopînin

Doza 12 rêveberên serxwebûnxwaz ku piştî ragihandina serxwebûna Katalonyayê bûne hedefa rêveberiya navendî Sêşemê wê dest pê bike. Ji bo serxwebûnê vê carê wê têkoşîna hiqûqî were dayin.

Danişîna dozê ku 12 rêveber wê werin darizandin, Sêşemê li Dadgeha Bilind a Spanyayê wê dest pê bike. Rêxistina civaka sivîl a serxwebûnxwaz Seroka Meclîsa Netewî ya Katalan Elîsenda Paluzîe beriya bi demeke kurt got, ''Divê em vê dozê bikin amûra helwestê, ji bo ku armanca xwe ya serxwebûna Katalonyayê bi kar bînin.''

Doz li ber çavê cîhanê wê were kirin. Ji 150 organên çapemeniyê ji 600'î zêdetir nûçegihan wê bişopînin. Doz di televizyonan de wê bi rengekî zindî were weşandin. Ev doz ji bo serxwebûnxwazên Katalan ji bo ku li dijî zextên dewleta Spanyayê helwest were nîşandan û têkoşîna serxwebûnê bi cîhanê were nasandin wê bibe fersendek.

Li dijî vê rewşê hikûmeta Spanyayê tevdîr stand. Wezareta Karê Derve ji bo ku îmaja Spanayê li derve were parastin Espana Global kire berpirs.  Hikûmet wê hewl bide ku nehêle doz bibe kampanyaya serxwebûnxwazan.

Global di torên civkaî de bi navê ''Thîs îs the Real Spaîn'' bi nivîsas bin vîdeoyê, vîdeoyeke bi Ingilizî weşand. Di vîdeoyê de tê gotin li Spanya mîsogeriya azadiyê heye û li gorî rêxistina civaka sivîl a Emerîkayê Freedom Houseyê di ser 100 puanî re 94 puan standiye.