Doza ji bo darizandina bi sedan çeteyên Boko Haram dest pê kir

Li Nîjerê ku bi salan terora çeteyên Boko Haram lê rû da, doza ku bi sedan çete lê tên darizandin dest pê kir.

Rayedaran dan xuyakirin ku doza li ser bi sedan endam û gumanbarên Boko Haram dest pê kiriye.

Doz li bajarê Dîffa yê li ser sînorê Nîjeryayê dest pê kir. Gumanbar ji ber sûcên "endametiya rêxistina terorê" û gelek sûcên din tên darizandin.

Bersûcên tên darizandin ji girtîgehên li bajarên Nîamey, Kollo û Koûtoûkalê hatine anîn.

Li herêma Gola Çadê ya li ser sînorê Nîjer, Çad, Kamerûn û Nîjerê, sala 2009'an êrîşên çeteyên Boko Haram dest pê kirin û bi dehan kes ji ber van êrîşan mirin. Li dijî çeteyên Boko Haram ji sala 2015'an û pê ve operasyonên hevpar ên leşkerî hatin kirin û piraniya çeteyê ji holê hate rakirin.

Çeteyên Boko Haram ku bi giranî êrîş dibirin ser gundan û bi rengekî komî zarok direvandin, sala 2014'an ragihandibû ku ew 'bîadê' ji çeteyên DAÎŞ'ê re dikin.