Dîwana Edaletê ya Navneteweyî têkildarî biryara boykotê ya DYA ya li ser Îranê biryar da.
DYA di meha Gulanê de xwe ji peymana nukleer vekişandibû û dest bi pêkanînan kiribû. Îranê jî diyar kir ku ev tê wateya binpêkirina ‘Peymana wekhevî, ekonomîk û konsolosxaneyan’ û serî lê dabû. Îran di vê dozê de bi ser ket.
Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku, “Derket holê ku boykota DYA ya li dijî gelên Îranê xedar û derveyî zagonan e.”
Tê diyarkirin ku wê bandora vê biryarê hindik be. Pêleke din a zextan ew ê di 4’ê Mijdarê de pêk were û ew ê li sektora petrolê ya Îranê bixe.
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî diyar kir ku biryara boykot û zextên rêveberiya DYA astengiyan li ser îthalat û îhracatê ava dike û ev tişt bi awayekî giran bandora xwe li ser jiyana kesên li Îranê dike.