Dîwana Edaletê têkildarî Xezeyê biryara ‘tedbîra lezgîn’ da

Serokê Dadgeha Bilind a NY’ê li ser daxwaza tedbîrên lezgîn ên Efrîkaya Başûr ku Îsraîlê bi komkujiyan sûcdar dike, biryara xwe ya destpêkê da.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku li bajarê Laheyê yê Hollandayê ye, dikare fermanê bide Îsraîlê ku operasyonên xwe yên leşkerî bisekinîne yan jî alîkariya mirovahî hêsan bike. Biryara ku di raya giştî de zêde girîng, îro hat dayîn.

Bilindtirîn dadgeha NY’ê biryarek girîng da û got ku divê Îsraîl pêşî li provokasyonên îhtimal ên ‘qirkirinê’ bigire.

Dadgehê diyar kir ku divê Îsraîl hemû tedbîrên pêşîlêgirtin û cezakirina provokasyonên rasterast û nerasterast yên qirkirinê bigire.

Dadgehê di biryara xwe de hikûm da ku divê Îsraîl di dabînkirina xizmetên bingehîn de û alîkariyên mirovî yên ji bo Filîstîniyan tedbîrên lezgîn û bibandor bigire.

Lê belê dadgeh wê biryarê nede ku dewleta Îsraîlê komkujî pêk aniye yan na.

Ev doz ji aliyê Efrîkaya Başûr ve hat vekirin.

Li gorî pisporan, di rewşa heyî de hewce nake ku Efrîkaya Başûr îspat bike ku Îsraîlê komkujî pêk aniye yan na, divê bes îspat bike ku metirsiya komkujiyê heye.

Parêzereke ji Efrîkaya Başûr a bi navê Adila Hassîm jî çend rojan beriya niha gotibû ku ‘Tu carî komkujî ji demê pêş nayên ragihandin.’