Dinyayê penaber ji bîr kir, metirsî heye ku bi komî bimirin!

Piştî belavbûna şewba vîrûsa koronayê alîkariya ji bo penaberan hate rawestandin. Hişyarî tê kirin ku bi vê yekê re dibe ku penaber bi rengekî komî bimirin.

Hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê kêlî bi kêlî zêde dibe. Ji bo parastina tenduristiya mirovan li gelemperiya cîhanê tevdîrên bêhempa tên girtin. Di rewşeke wiha de penaberên ku hejmara wan bi milyonan kes in hatine jibîrkirin.

Herî dawî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Ajansa Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihandin, ku piştî sînor ji ber şewbê hatin girtin û welatan çûn û hatin rawestandin, wan bernameyên xwe yên têkildarî penaberan hemû rawestandine.

Bernameyên alîkariyê yên navborî ji bo xizmetên xwarin, tenduristî û stargehê yên penaberan bûn û ji Sûriyeyê heta Kongoyê, ji Myanmarê heta Lîbyayê li qadeke berfireh penaberan sûd jê werdigirtin. Yek ji bernameyên ku UNHCR û IOM'ê rawestand, xwegihandina welatên rojavayî bû. Di serî de Kanada, DYE, Îngilistan û Elmanya.

PÊLA MEXDÛRAN A BER BI WELATÊN EWLE RAWESTIYA

Penaberên ku di nava şert û mercên giran de ne û bi taybetî ji nava mexdûrên şer dihatin hilbijartin, li welatên rojavayî dihatin qebûlkirin. Heta niha mehane derdora 5 hezar penaber dihatin qebûlkirin. Lê belê ji ber şewba vîrûsa koronayê heta meha Gulanê wê tenê 2 hezar penaber derbasî van welatên rojavayî yên navborî bên kirin.

Yek ji karên ku UNHCR'ê rawestand, bernameya vegerê bû. Bi taybetî penaberên ji bo derbasî Ewropayê bibin li Lîbyayê radiwesti û penaberên dixwazin vegerin welatê xwe ji UNHCR'ê alîkarî werdigirtin. Niha bi sedan penaberên Rûandayî û Nîjeryayî yên li Lîbyayê nikarin vegerin welatê xwe û di nava şert û mercên giran de ne.

Herî dawî hate ragihandin ku UNHCR'ê di dawiya hefteyê de 406 penaberên li Derya Spî asê man rizgar kir û gihand Lîbyayê. Lê belê UNHCR ji ber vîrûsa koronayê wê karê bi vî rengî êdî neke. Rawestandina vê bernameyê ku ji bo penaber û koçberên qaçax gelekî girîng e, dibe ku bibe sedema felaketên nû yên însanî.

ŞERT Û MERCÊN LI KAMPAN GIRANTIR BÛN

Yekîtiya Doktorên Sînornenas a Navneteweyî jî ragihand ku ji ber şewba Covîd-19 pirsgirêkên xwarin, hîjyen û tenduristiyê yên penaberên li kampan wê girantir bibin. Saziya alîkariyê ya navneteweyî hişyarî da ku piştî rawestandina alîkariyê ji bo kampan dibe ku bi rengekî komî mirov jiyana xwe ji dest bidin. Rêxistin bi taybetî balê dikişîne ser kampên li Yewnanistanê.

Di rewşa heyî de li giravên Lesbos, Chîos, Samos, Leros û Kos ên Yewnanistanê 42 hezar penaber li kampan in. Yekîtiya Doktorên Sînornenas diyar kir ku ji niha ve pirsgirêkên av, xwarin û paqijiyê li kampan rû dane û banga lezgîn li Yekîtiya Ewropayê kir.