Dinya ji ya ku tê zanîn bêhtir şînahî ye!

Nûçeyên zanistê, ekolojiyê, sirûştê, biyocelebî bi giştî têkildarî mirovahiyê kêm caran nûçeyên baş didin.

Lêkolîneke navneteweyî diyar kir ku li herêmên ziwa deverên têra xwe şînahî hene.

Ekîba lêkolînê, di kovara Scîence de ragihand ku qadên daristanî yên global ji ya ku tê texmînkirin 10 caran zêdetir e.

Ev revîzyona têkildarî qadên daristanê, qadên ziwa di nav xwe de vedihewîne ku heta niha baş lê nehatiye nerîn.

Daristan ji 4 milyar hektarî zêdetir in. Rêjeya giştî ya vê qada daristanê 30 ji 100’î ye.

Dema ku qadên daristanî têne gotin pêşî daristanên tropîkal, boreal an jî kîşwerên nerm têne bîra mirov.

Lê wiha xuya dike 40 ji 100’î zemîna bejahiyê jî ji vê ne bê par in. Ev herêm ji herêmên nîv ziwa, heta bi herêmên pir ziwa qadeke berfireh di nav xwe de vedihewîne.

Herêmên nîv ziwan palasa Sûdanê,  qelaçên Emrîkaya Başûr û daristanên wê, stêpên Ewropaya Rohilat û Başûrê Sibiryayê û qelaçên Kanadayê vedihewîne. Herêmên pir ziwa jî di serî de Sahra û Erebîstan, qadên ku çol serdestî wan in vedihewîne. Bêguman li herêmên kêmtir ziwa qadên darî zêdetir in.

30 zanyarên ku ji 13 welatan ji bo ku tespît bikin bê ka qadên daristanî çi qas in bala xwe dane dîmenên Google Earthê.

Li gorî vê hijmaryariya nû zemîna daristanî 467 milyon hektarî zêde bû. Ev zêdebûn li daristanên herêmên ziwan hate zêdekirin. Bi vî rengî jî qadên daristanê di asta global de bû 4.3 milyar hektar.