Dijminê xwezayê Bolsonaro bi biryar e ku Amazonan talan bike

Serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Bolsonaro ku weke dijminê xwezayê jî tê naskirin, ji bo biryara Elmanyayê ya ji bo betalkirina fonê ji 35 milyon Euroyî yê ji bo parastina daristanên Amazonê got, "Pêwîstiya me bi pereyê we nîne" û nerazîbûn nîşan da.

Amazon ku daristanên herî mezin ên tropîkal ên dinyayê ye 60 ji sedî li Brezîlyayê ye. Hikumeta Elman a Federal beriya niha soz dabû Brezîlyayê ku ji bo 'projeya parastina daristanan' piştgiriya madî bike.

Lê belê Wezîra Hawirdorê Svenja Schulze Yekşemê ji rojnameya "Tagesspiegel"ê re axivî û bal kişand ser siyaseta hikumeta Brezîlyayê ya li dijî daristanan û diyar kir ku wê êdî piştgiriya madî nedin projeyê.

Ji bo parastina daristanên Amazonê ku di nava metirsiya talankirinê de ye, ji sala 2008'an ve Elmanyayê 55 milyon Euro alîkarî pêşkêşî fonê kiribû. Rêveberiya Berlînê ragihandibû ku wê bi 35 milyon Euroyê din alîkariyê li fonê bike.

Piştî daxuyaniya wezîr Schulze êdî Elmanya piştevaniya projeyê nake. Ji Brezîlyayê nerazîbûneke tund li vê yekê hate nîşandan. Serokdewletê Brezîlyayê Jair Bolsonaro ji bo wezîra Elman got, "Hûn dikarin li gorî kêfa xwe desteka pereyan rawestînin, pêwîstiya Brezîlyayê bi pereyê we nîne."

Bolsonaro yê rastgirê tund ku Çileya derbasbûyî bû desthilatdar, kir ku talana daristanan zêde bibe. Bi navê piştevaniya ji sektora madenê û çandiniyê Bolsonaro qanûn amade kir û bi vî rengî herêma Amazonê bêdaristan dihêle. Tenê di nava şeş mehên destpêkê yên salê de qada daristanî ya li Amazonê ji holê hate rakirin bi rêjeya 88.4 ji sedî zêde bû û gihîşt 920 kîlometreçargoşeyî.