Di xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê de 700 kes hatin destgîrkirin

Xwepêşendarên ku li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de daketin qadan, bi êrişên polîsan re rû bi rû man û herî kêm 700 hatin destgîrkirin.

Duh li bajarên rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê bi hezaran kes ji bo qetilkirina salvegera yekemîn a Jîna Emînî şermezar bike, daket kolanan. Di serî de li bajarên rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê hat zanîn ku polîsan êrişî çalakiyan kiriye û herî kêm 700 kesî destgîr kirine. Hat diyarkirin ku malbatê kesên hatin destgîrkirin xwestine derbarê destgîrkirinê de agahî werbigirin lê agahî nedane wan. 

Hat ragihandin malbatên li Tahranê li ber qereqolê rawestiya bûn bi êrişa hêzên rejîmê re rû bi rû man û di êrişê de gelek kes birîndar bûn.