Endamê Rêxistina Mafê Mirovan ya Iraqê Fazil Xerawî bal kişand li ser çend xalên girîng yek ji wan jî hewildana kuştin û revandina xwepêşanderan ku xeta sor e, dîsa binpêkirina mafên mirov û azadî ku xalên girîng in. Xerawî diyar kir ku ji destpêka xwepêşandanê ve 49 bûyerên hewildana kuştinê taybet hatine tomarkirin û 72 bûyerên revandinê jî hatine tomarkirin.
Xerawî got: “Rêxistina me 50 bûyerên destdirêjî yên ku li ser kuştina rojnamevanan heta ji lêdan, gef xwarin, heqaret û heta digihije bûyerên şikênandina kelûpelên rojnamevanan jî tomarkirine. Bi vî awayî ew nahêlin ku rojnameger karên xwe bikin û bûyeran bişopînin.”
Her wiha Xerawî daxwaz ji hikûmetê kir ku divê hikûmet jiyana rojnamegeran û çalakvanan biparêze. Xezrawî bal kişand ku divê di heman demê de komên ku gefa kuştinê li welatiyan dikin bêne dadgeh kirin û sûcên wan neyêne veşartin.