Di teqîna li Kabîlê de 14 kes mirin û 145 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Efxanistan Kabîlê di ketina qereqola polîsan de wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de 14 kes mirin û 145 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedaran ve hatî kirin wesayîta bombebarkirî di ketina qereqola polîsan de hatiye teqandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji 14 kesên mirîn 10 sivîl in. Ji dîmenên di medya civakî de hatin weşandin şîdeta teqînê dide nîşandan.

TALÎBANÊ TEQÎN LI XWE GIRT

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd li ser tevna civakî parvekirinek kir û teqîn li xwe girt. Mucahîd diyar kir ku êrîşa xwekujî pêk hatiye.