Di şerê Yemenê de gelo Erebîstana Siûdî eniya nû ye?

Li Yemenê di şerê navxweyî de ku Erebîstana Siûdî bûye aliyekî wê, encam derneket holê. Fuzeya ku duh Hûsiyan avêtin Riyadê nîşan dide ku şer wê êdî li nava axa Siûdî jî bidome.

Şerê navxweyî, sala 2014'an di navbera milîsên Hûsî yên Şîa û hêzên hikumetê yên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî rû da. Hûsiyan bi komên çekdar ên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh re tifaq kiribûn. Lê belê Saleh piştî ku tifaqa bi Hûsiyan re xera bû, 4'ê Kanûnê di serdegirtineke Hûsiyan de hatibû kuştin.

Tê texmînkirin ku hêza leşkerî ya Hûsiyan di ser 100 hezarî re ye û piştgiriyê ji Îranê digire. Di vî şerî de ku veguheriye şerê Îran-Siûdî, rewşeke welê derketiye holê ku ti alî nikare zora aliyekî bibe.

Hûsiyên ku li wîlayetên bakurê rojava û rojavayê welêt ên li ser sînorê Erebîstana Siûdî serdest in, meha bihurî fuzeyek avêtibûn paytexta Siûdî Riyadê. Hate îdîakirin ku ev fuze bi rêya sîstema parastina hewayê li nêzî Balafirgeha Riyadê hate xistin. Lê pisporên leşkerî dibêjin fuze li qadeke vala ketiye.

Vê rewşê jî nîşan dabû ku Siûdî, bi taybetî prensê welîahtê Mûhammed bîn Salman di şerekî zehmet de ye.

Duh hate ragihandin ku fuzeyek balîstîk ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avêtin. Vê yekê nîşan da ku hem şer derbasî qonaxeke nû bûye em jî êdî li nava axa Erebîstana Siûdî rû dide. Fuzeya ku hate bêbandorkirin, di demeke ku pêşhateyên malbata Siûdî ya Kral Salman di civînê de bûn, hate avêtin.

Hûsî ji Adara 2015'an û ir ve tenê li herêmên sînor êrîş dikirin, lê ji meha Mijdarê û vir ve yekser paytext Riyadê dikin hedef. Ev jî asta nû ya şer radixe pêş çavan. Ne fermî jî be 10 ji sedî yê nifûsa Erebîstana Siûdî ji Şîa pêk tê. Ev jî rîska şerekî mezhebî ya li vî welatî zêde dike.

Di şerê Yemenê de zêdeyî 10 hezar sivîl mirin û bi hezaran kes jî di serî de kolera ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Nîvê nifûsa ji 26 milyonî ya Yemenê jî hewcedarê alîkariyê ye. Fikar hene ku drama însanî ya li Yemenê mezintir bibe.