Di salekê de 90 milyon kes bi darê zorê hatine koçberkirin

Serkomîseriya Penaberan a UNHCR‘ê diyar kir ku di salekê de 90 milyon kes bi darê zorê hatiye koçberkirin.

Serkomîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da zanîn ku tevî şewba Covid-19 û sînordarkirina çûn û hatinê, sala 2021’î li seranserê cîhanê hejmara yên neçarê koçberiya bi zorê bûne ji 90 milyonan derbas bûye.

Hat gotin ku koçberbûna bi zorê, ji ber tundûtûjî, pevçûn û zilmê diqewime û ragihand ku ji wê boneyê hejmara yên bi zorê koçber bûne par gihîştiye 89,3 milyonan. Li gor pêrar koçberkirina bi zorê ji sedî 8 zêde bûye.

Li gor UNCHR’ê 10 sal in hejmara koçberan her sal zêde dibe. Bi taybetî, sala çûyî, rejîma cûnta ya Myanmarê cardin hat ser desthilatdariyê. Li Efxanistanê Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, li herêma Sahelê çeteyên girêdayî DAIŞ’ê bûyerên bi terorî kirin.

Di nav deh salan de hejmara yên ji pevçûnan bi bandor bûne bûye du qat. Pevçûn wek sedema sereke ya koçberiyê tê dîtin.

Piştî Sûriyeyê, li Venezuelayê 4,6 milyon kes ji ber rejîmê reviyan.

UNCHR, ji ber berbelavtirbûna pevçûnan, ji nepeydekirina şert û mercên hewînê bi heman lezahiyê bi guman e.

Serkomîserê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi, di daxuyaniya ji bo çapemeniyê ya roja Pênçşemiyê de wiha got: “Ya wê dinya alem ji bo dayîna berteka ji bo vê trajediyê bibe seferber, ya jî wê ev rewşa dramatîk her berdewam bibe.“

Hat derbirîn ku tevî 13 milyon penaberên din ên ji ber şerê Ûkraynayê, hejmara yên sala 2022’yan neçarê koçberiyê bûne dibe ku ji 100 milyonan bibore.

UNCHR’ê hişyarî kir ku heke krîza giran a dexil û dan a ji ber şerê Rûsya da destpêkirin neyê rawestandin dibe ku hejmara yên ji cih û warê dihên kirin hêj zêdetir bibe.