Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson, li civîna Konseya Arktîk a li eyaleta Alaskayê axivî û got, welatê wî hê ji angajmanên çarçoveya Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî venegeriya ye. Tîllerson tevî van gotinên xwe jî destnîşan kir, ku DYA wê beriya her tiştî berjewendiyên xwe biparêze.
Tîllerson bibîr xist, biryara li ser Peymana Avhewayê ya li konferansa COP21 a Parîsê di Mijdara 2015'an de hate qebûlkirin û di Nîsana 2016'an de pêşkêşî îmzekirinê hate kirin, wê di dawiya meha Gulanê de bê dayîn.
Rex Tîllerson ragihand, der barê helwesta xwe ya li ser Peymana Avhewayê ew ê 'bi lezgînî' biryarê nedin û anî ziman, di biryara xwe de ew ê berjewendiyên Amerîkayê esas bigirin.
Di nava Konseya Arktîk de, ku heta sala 2019'an wê Fînlandiya serokatiyê jê re bike, tevî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya, Kanada, Norwêc, Danîmarka, Îzlanda û Swêd endamê wê ne.
Tîllerson di civîna konseyê de ji nûnerên gelên xwecihî yên ku polîtîkayên enerjiyê bandorê li wan dikin re got, rêveberiya wan wê fikarên gelên herêmî li ber çavan bigirin. Fikar hene, ku tevî gelên xwecihî yên li Alaskayê, bi hezaran xwecihiyên Arktîkê jî, wê bikevin bin bandora neyînî ya helîna qeşayê ya ji ber germahiya global û cih û warên wan ên jiyanê tine bibin.
Donald Trûmp, di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de soza betalkirina Peymana Avhewayê da bû. Li pêşiya Trûmp niha du alternatîf hene. Yek ji van alternatîfan ew e ku Trûmp bi peymana ji aliyê rêveberiya Obama ve hatibû îmzekirin girêdayî bimîne û hin armancên ji aliyê Obama ve hatin destnîşankirin, ji nû ve binirxînin. Obama weke armanc danîbû pêşiya xwe, ku belavkirina gaza serayê heta sala 2025'an li gorî sala 2005'an bi rêjeya ji sedî 26 û 28'an kêm bike.