Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp, mîna ku dihate texmînkirin li Senatoyê di dengdanê de ji sûcdariyên "Wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye" û "Karê Kongreyê asteng kiriye" bêguneh hate dîtin. Di dengdanê de 48 senatoran ji bo sûcdariya "Wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye" dengê "erê" dan, 52 senatoran jî dengê "na" dan.
Li ser sûcdariya "Karê kongreyê asteng kiriye" jî di dengdanê de 47 senatoran dengê "erê", 53 senatoran jî dengê "na" dan.
Bi vî rengî Trûmp di dîroka DYE'yê de piştî Andrew Johnson û Bîll Clînton bû serokê sêyemîn ê DYE'yê ku ji aliyê Senatoyê ve bêguneh hate dîtin.
NAMZETÊ BERÊ YÊ KOMARGERAN JÎ DENGÊ "ERÊ" DA
Di dengdanê de senatorên Demokrat destnîşan kirin ku Trûmp sûcdar e û dengê xwe bi vî rengî dan.
Li aliyê din li ser sûcdariya "Wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye" di dengdanê de senatorê Komarger Mîtt Romney jî dengê "erê"da. Romney ji bo sûcdariya "Karê kongreyê asteng kiriye" dengê "na" da.
Romney di sala 2012'an de di hilbijartinên serokatiyê de namzetê Komargeran bû, lê li pêşberî Barack Obama winda kiribû.