Di navbeyna YE’yê û Japonya de peymana bazirganiya serbest

Yekîtiya Ewropa (YE) û Japonya bi peymana bazirganiya serbest armanc dikin ku bacên gumrikê 95 ji 100’î rakin.

YE bi peymana bazirganiya serbest a ku wê îmze bike armanc dike ku bi Japonya re bazirganiya xwe getir bike.

Peymana bazirganiya serbest ku Çarşemê bi fermî wê were îmzekirin, ji hêla welatên YE’yê ve jî hate qebûlkirin.

Di serdemeke wiha de ku Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp di serî de li dijî Çîn û YE’yê, şerê ku li dijî partnerên girîng ên bazirganiyê dayî destpêkirin, peymana ku bi Japonya re wê were îmzekirin girîng e.

Li gorî daneyên fermî qebareya bazirganiyê ya di navbeyna YE û Japonya de ji 120 milyar euroyî zêdetir e. YE’yê 2017’an ji Japonya bi bihayê 66,4 milyar euroyî îthalat kir û her wiha bi bihayê 58,1 milyar euroyî  îxracat kir.

Li gorî daneyên Komîsyona  YE’yê YE 10 ji sedî bacê tîne ser sektora otomatîvê ya Japon, 14 ji 100’î tîne ser amûrên elektronîk. Japonya jî di navbey 30 û 38,5 ji 100’î bacê tîne ser berên şîr û goşt ên ji Ewropayê tên.