Di navbera ELN û FARC’ê de pevçûnên dijwar: Ji NY’yê bangawazî

Piştî pevçûnên dijwar ên di navbera tevgerên gerîla yên ELN û FARC’ê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) metirsiya xwe anî ziman û banga rawestandina çalakiyên şîdetê yên li dijî sivîlan kir.

Rayedarên Kolombiyayî, da zanîn ku gerîlayên Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) li dijî mixalîfên Hêzên Çekdariya Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) di 16’ê Çileyê de êrîşên berfireh dane destpêkirin. Tê diyarkirin ku li herêma Catatumbo ya li ser sînorê Venezuellayê, ji 100î zêdetir kesî jiyana xwe ji dest daye. Derbarê pevçûnan de ji çavkaniyên ENL û FARC’ê agahî nehatin stendin. 

Herêma Catatumbayê ya ku lê pevçûn diqewimin, wek herêmeke ku ji 50,000 hektarî zêdetir nebata kokayê lê hatiye çandin giring e. Li got Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric, Antonio Guterres ji ber bûyerên şîdetê yên girêdayî pevçûnên di navbera komên çekdar yên li herêma Catatumboyê metirsîdar e. 

Antonio Guterres parêzvanên mafên mirovan û lîderên civakî jî tê de kuştina sivîlan a ji aliyê şervanên berê yên ku peymana aşitiyê ya 2016’an îmze kirine, şermezar kir. 

Sekreterê Giştî yê NY’ê bangawaziya “demildest rawestandina şîdetê li dijî gelê sivîl û xwegindana bêasteng bi bo alîkariya mirovî” kir. Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, wek bersiva pevçûnên di navbera gerîlayan de ku di nava hefteyekê de bûn sedema kuştina ji 100î zêdetir kesî û koçberbûna 20 hezar kesî, roja duşembê rewşa awarte îlan kir. 

Gustavo Petro her wiha biryara sekinandina mizakereyên aşitiyê yên bi ENL’ê re tên rêvebirin da. Sekreterê Giştî yê NY’ê jî diyar kir ku hevdîtinên bi ELN’ê re hatine sekinandin û ji bo xurtkirina aşitiya li Kolombiyayê, bi awayekî têkûz, giringiya sepandina peymana aşitiyê dupat kir.