Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast li Umman’ê destpê kirin.
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast li Umman’ê destpê kirin.
Şandeya Îranê ya di bin serokatiya Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçi de û şandeya di bin serokatiya Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Steve Whitkoff, li paytexta Umman Muskat’ê dest bi hevdîtinên nerasterast kirin.
Şandeyên DYE û Îranê têkildarî nîqaşên çekên nukleer, sivikkirina pêkanînan û hin mijarên teknîkî bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umman’ê Seyid Bedr bin Hamad El Busaidi re hatin ba hev.