Di navbera DYA û Çînê de şerê bazirganiyê dest pê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sepandinên baca gumrukê ku li dijî Çînê amade kir, xiste meriyetê. Di navbera her du welatan de şerê bazirganiyê dest pê kir.

DYA'yê 25 ji sedî baca gumrukê danî ser hawirdeya ji 34 milyar dolarî ya ji Çînê. Ev sepandin roja Înê kete meriyetê. 818 berhemên ji Çînê ketin ber baca gumrukê ya DYA'yê. Otomobîl, parçeyên balafiran û hard dîskên kompûteran çend ji van e. Telefonên mobîl û televîzyon neketin ber vê tedbîra bacê.

Bi sepandina baca gumrukê ya DYA re heman rojê li Çînê jî rêjeyeke nû ya bacê li ser berhemên ji DYA tên anîn hate danîn. 545 berhemên Amerîkî ketin ber baca zêdekirî ya gumrukê. Di nava van de berhemên çandinî mîna soya ku bazara Çînê gelekî pê ve girêdayî ye, berhemên sektora otomobîlan û hin ji berhemên deryayî hene.

Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got, "Çîn wê rê nede gef û çavtirsandinê."

Tedbîrên Amerîkî wê salane bandorê li ser hawirdeya Çînê ya ji 50 milyar dolarî bike. Serokê DYA Donald Trûmp gotibû ku bi hinceta "diziya entelektuel, milk û teknolojiyê" tê kirin, wan ev biryar girtine.

Pekîn jî bi tedbîrên xwe dixwaze bandorê li hawirdeya DYA'yî ya ji 50 milyar dolarî bike.

Şerê bazirganiyê yê navbera van her du ekonomiyên mezin ên cîhanê wê tenê bi van pêkanînan nemîne. Nûnerê bazirganiyê yê Trûmp Robert Lîghthîzer ji bo baceke din a ji 10 ji sedî xwest ku berhemên Çînê yên ji 200 milyar Dolarî bên diyarkirin.