Di nava 4 rojan de 70 kes li Kongoyê hatin kuştin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, tevî êrîşên ku tê gotin ji aliyê endamên tevgera bi navê BDK ve hatine kirin, di nava 4 rojan de nêzî 70 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Kongoyê, ku Joseph Kabîla serokdewletê wê ye, hate ragihandin ku endamên tevgera bi navê Bûndû dîa Kongo (BDK) êrîşî girtîgeheke li paytext Kînshasa kirine. Hat ragihandin, di êrîşa duh û xwepêşandanên li bajarên Matadî û Boma de herî kêm 14 endamên BDK û 2 polîs mirine.

Rayedarên polîsan ragihandin, ku hêzên ewlekariyê pêşî li êrîşa koma çekdar a ser bi BDK'ê ya li girtîgeha Makala ya li Kînshasa girtine.

Li gorî agahiyan, bûyer duh êvarê qediyan. Roja Înê di şer de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Bi vî rengî hejmara mirovên di nava 4 rojan de ji ber şer li vî welatî jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 70 kes e.

Kesên çekdar ên tê îdîakirin ku bi ser tevgera bi navê BDK ve ne, meha Gulanê êrîşî girtîgeha Makala kiribûn û bi qasî 4 hezar mehkûm revandibûn.

Ki Komara Kongo ya Demokratîk, ku navê wê yê berê Zaîre bû û niha nifûsa wê 82 mîlyon e, bavê serokdewletê niha Josept Kabîla, Laûrent Kabîla pêşengî ji raperînê re kiribû û dîktatorê wê demê Mobûtû Sese Seko têk biribû. Piştî ku Laûrent Kabîla sala 2001'ê bi sûîqestekê hate kuştin, kurê wî Joseph Kabîla kete şûna wî. Di dema Joseph Kabîla de şerê etnîkî û navbera komên olî, zêde bû.