Di mîtînga aştiyê ya Afganistanê de 8 kes mirin

Di teqîna çalakiya ji bo aştiyê ya li gundekî eyaleta Loger a dikeve Başûrê rojhilatê Afganistanê pêk hat de, 8 gundiyan jiyana xwe ji dest da.

Ji agirbesta di navbera Talîban û hikûmetê ku ji Cejna Remezanê û vir ve ya li Afganistanê her ku diçe meş û mîtîngên aştiyê zêdetir dibin.

Di dema çalakiya li gundê Îsmaîhîl a girêdayî bajarokê Şarkh a eyaleta Logerê teqînek pêk hat. Rêveberê bajarok Mûhammed Hanîf Hanafî diyar kir ku hemû kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn her 8 kes jî sivîl in, 4 kes jî birîndar bûne. Heta niha kesê teqîn li xwe negirtiye.

Beriya niha ‘Meşa aştiyê’ ya ku bi dehan kes tevlî bibû, di nava 40 rojan de 700 km rê meşiya bûn û 18’ê Hezîranê gihiştibû paytext Kabîl. Ev meş destpêkê ji 7 kesan destpê kiribû, piştre jî bi dehan kes tevlî bibû.

Roja Çarşemê jî komeke ji 25 kesan ji Kûnarê dest bi meşê kiribû. Meşvan wê heta Helmandê bidome.

Ji roja Yekşemê û vir ve li kampeke koçberan a li Pakistanê 15 Afganî, piştî ku sînorê nava her dû welatan derbas kir û şûnde dest bi çalakiya rûniştinê kirin.