Di meha destpêkê ya Macron de hejmara bêkaran zêde bû

Li Fransayê, ku ev 9 sal in hejmara bêkaran her zêde dibe, hat ragihandin ku ev hejmar di meha Gulanê de jî zêde bûye.

Li gorî daneyên Saziya Dîtina Kar û Wezareta Xebatê, hejmara bêkarên li axa Fransayê ya li Ewropayê di meha Gulanê de 3 mîlyon û 490 hezar e. Li gorî meha Nîsanê 22 hezar û 300 kesên din bêkar man. Tevî hejmara bêkarên li herêmên aliyê din ê deryayê, ev hejmar gihîştiye 3 mîlyon û 750 hezar kesî.

Li gel mirovên çend saetan dixebitin, kesên ji 50 salî mezintir û mirovên tevlî bernameya perwerdeya bi piştgiriya dewletê hatiye kirin, ev hejmar dibe 6 mîlyon û 610 kesî. 330 hezar ji van li herêmên aliyê din ê deryayê ye.

Hejmara mirovên bi temamî bêkar in, li gorî meha Nîsanê bi rêjeya 0,6 zêde bû. Lê tevî vê yekê jî, li gorî heman mehên par, 0,8 ji sedî kêm bûye.

Lê belê temamiya hemû kategoriyan nîşan dide, ku hejmara bêkaran li gorî par 2 ji sedî zêde bûye. Ev yek jî nîşan dide, ku hejmara mirovên bi temamî bêkar in kêm bûye, lê rojane tenê çend saetan an jî tenê çend rojan dixebitin.

Emmanûel Macron ê lîberal, ku di hilbijartinên Serokkomarî û Meclîsa Neteweyî de bi ser ket û desthilatdarî garantî kir, pirsgirêka herî mezin a li pêşiya wî, bêkarî ye.