'Di kêliya dawî de pêşî li êrîşa li Maratonê hate girtin'

Polîsên Berlînê 6 kesên ku amadekarî ji êrîşeke li beza nîv maratonê dikirin, destgîr kirin. Tê gotin, ku hucreyeke DAÎŞ'ê plan dikir ku êrîşê bike.

Li paytexta Elmanya Berlînê, beza nîv maratonê pêk hat ku zêdeyî 30 hezar kes tevlî bûn û weke beza gel tê binavkirin. Li gorî salên bihurî, mirov hîn bêhtir tevlî maratonê bûn. Di kêliya dawî de pêşî li êrîşeke terorê ya li dijî maratonê hate girtin. Polîsên Berlînê ragihandin ku hucreyekê plan dikir ku bi kêran êrîşî beşdarên maratonê û temaşevanan bike, hatiye têkbirin.

Li gorî nûçeya taybet a rojnameya Die Welt, polîs beriya destpêkirina maratonê ketin nava liv û tevgerê, avêtin ser gelek malan û 6 kes destgîr kirin ku 5 jê gumanbarên sereke ne. Hate gotin ku yek ji kesên hatin destgîrkirin pêwendiya xwe bi Anis Amri yê Tûnisî re hebû, ku sala 2016'an li Berlînê bi qemyonê dabû nava sûkê û 12 kes kuştibû.

Polîsên ku li du wesayitan lêgerîn kirin ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin ji 18 heta 21 salî ne. Hate gotin, ev hucreya ku pêwendiya xwe bi çeteyên DAÎŞ'ê heye, demeke dirêj ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihate şopandin. Polîsan her wiha du kêrên dikarin mirov pê bên kuştin, li malên kesên hatin destgîrkirin hatine dîtin.

Polîsên Berlînê destnîşan kirin ku operasyon bi êrîşa roja Şemiyê ya li Munsterê re ne eleqedar e. Roja Şemiyê li Munsterê qemyonek ketibû nava girseya gel a li ber restorantekê û 2 kes kuştibû, 20 kes jî birîndar kiribû. Heman piştî bûyerê, tedbîrên ewlekariyê yên ji bo maratona li Berlînê hatibûn zêdekirin.

Êrîşa li Munsterê ji aliyê welatiyekî Elman ê ku pirsgirêka xwe ya derûnî heye hate kirin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan heman piştî êrîşê ev gef xwaribû: "Binerin, li Elmanyayê hûn dibînin bê terorîstan çi kirin? Wê li Fransayê jî bibe. Cîhana rojava, heta ku tu van terorîstan xwedî bike tu yê têk biçe."