Di hilbijartinên Fransayê de pêla kesk

Li Fransayê roja Yekşemê hilbijartinên ji bo şaredariyê hebû. Di tûra duyemîn a hilbijartinê de jîngehparêz di serî de çepgiran jî serkeftineke mezin bi dest xistin.

Hilbijartina tûra duyemîn a di şertên şewba Covîd-19’ê de ji bo siyaseta Fransayê jî girîng bû. Li herêman rengê kesk bi ser ket.

Partiya Kesk li bajarên wekî Lyon, Bordeaûx, Strasboûrg, Poîtîeers û Grenoble bi ser ket, li bajarên wekî Parîs û Marsîlyayê jî tevkarî li serkeftina çepgiran kir. Partiya sosyalîst şaredariya bajarê mezin a Parîsê bi dest xist.

Rojnameyan diyar kirin ku jîngehparêz di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistine.

Partiya Serokkomar Emmanûel Macron LREM têkçûneke giran xwar. Yek ji taybetiya dîrokî ya van hilbijartinan jî ev bû ku rêjeya tevlêbûnê gelekî kêm bû. Ji bo tûra duyemîn 16,5 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. 60 ji sedê hilbijêran neçûn ser sindoqan.