Di hilbijartinên Bolîvyayê de Arce yê nêzî Morales bi ser ket

Di hilbijartinên Serokkomariyê de yên li Bolîvyayê ku dawiya vê hefteyê hate lidarxistin, namzetê çep Lûîs Arce yê nêzî Serokkomarê berê Evo Morales bi ser ket.

Wezîrê aboriyê yê berê Lûîs Arce yê 57 salî li gorî encamên nefermî ji sedî 52 ê dengan wergirt û bi 20 pûanan ji hevrikê xwe yê rastgiriya navendî Carlos Mesa bêhtir deng wergirt. Mesa ji sedî 31.5 ê dengan wergirt.

Di encama zexta bi îdîaya 'fen di hilbijartinê de hatiye kirin' Evo Morales Mijdara 2019'an îstifa kiribû. Arce bi vê serketinê kir ku Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve Tevgera MAS ji nû ve li desthilatdariyê vegere.

Alîkarê Serokkomar Davîd Choqûehûanca di civîna çapemeniyê de diyar kir ku Bolîvya pêwendiya xwe ya bi demokrasiyê re ji nû ve daniye.

Choqûehûanca got, "Em ê ji bo Bolîvyayiyan bixebitin, em ê hikumeteke yekîtiya neteweyî bixin meriyetê."