Di êrîşên sîber de li 150 welatî 200 hezar kes ‘mexdûr’ bûn

Midûrê rêxistina hevkariya polîsan a Ewropayê Europol Rob Waînwrîght, diyar kir di êrîşa sîber de ku roja Înê pêk hat, li 150 welatî 200 hezar kes mexdûr bûne.

Roja Înê êrîşeke sîber a berfireh pêk hat, li 150 welatî bi piranî serwîsên cameweriyê û şîrketên navneteweyî bûne hedef. Li dinyayê bi 100 hezaran kompîtir bûne hedefa êrîşa sîber. Şîrketên gihandinê, nexweşxane û wezaret ji van êrîşan hîkar bûn.

Tê texmînkirin ku di êrîşa sîber a korsanên kompîtirê de kêmasiya ewlehiyê ya NASA’yê hatiye bikaranîn. Êrîş bi vîrûsên ku li dosyayan û adrêsên têkiliyê zêde kirine pêk hatiye.

Vîrûsa bi navê ‘’WannaCry’ hatiye kodkirin, bi navê ‘’WannaDecryptor’’, ‘’WaaCryp0r 2.0’ û ‘’WCry’ tê nasîn.

Vîrûsê bê vîna bikarhêner di dehsaziyê de tê bicihkirin û ji bo êrîşê tê bikaranîn. Vîrûs piştî ku daneyên bikarhêner dixwîne, di navbera 300 an jî 600 dolarî de pereyan dixwaze. Pere bi bîtcoînsê têne razandin.

Midûrê Europol Rob Waînwrîght got, ‘’Mînaka vê êrîşê nehatiye dîtin. Li gorî agahiyên dawî li 150 welatî 200 hezar kes mexdûr bûye. Piranî ji şîrketan pêk tên’’

Waînwrîght got mexdûrbûn dibe ku zêdetir be, ji bo bîlançoya berfirehtir divê li benda vebûna şîrketan bimînin.