Li Qirimê 10 kes ji ber teqînê mirin

Li dibistaneke bajarê Kerçê ya Qirimê teqîn pêk hat û herî kêm 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Komîteya neteweyî ya antî-teror daxuyaniyek da û got, tişteke ku hêj nehatiye diyarkirin, bûye sedema teqînê.

Ji berpirsyarê komîteyê Andrey Prjdomsky, daxuyaniyek da televîzyona Rossiya 24 û got, “10 kes mirine, nêzî 50 kesan jî birîndar bûne.”

Beriya wê rayedarekî serwîsa tenduristiyê agahî ji ajansa nûçeyan a TASS’ê re parve kiribûn û gotibû ku 10 kes mirine. Rayedarekî ewlehiyê jî daxuyandibû ku herî kêm 70 kes birîndar bûne.

Berdevkê qesra Kremlînê Dmîtrî Peskov, di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew dibetiya êrîşa terorî lêkolîn dikin.

Komîteya lêpirsîna teqînê ya Rûsyayê di derbarê teqînê de anî ziman ku di çarçoveya “êrîşa terorî” de lêpirsîn dane destpêkirin.