Di êrîşa bombeyî ya Mûsilê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Mûsilê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşek bombeyî pêk anîn, hat ragihandin ku herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Mûsilê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşek bombeyî pêk anîn, hat ragihandin ku herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li herêma rojhilatê Mûsilê ku artêşa Iraqê ji DAÎŞ’ê girtibû, çeteyan bi 3 wesayîtên cuda yên bombebarkirî ve êrîşên xwekujî li dar xistin û di encam de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxuyaniya artêşa Iraqê, li bazara herêma Kukjali teqîn çêbûye û 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Wek bersivdayina êrîşê jî balafirên artêşa Iraqê çeperên DAÎŞ’ê bombe kirin.