Di erdheja Endonezyayê de hejmara miriyan bû 60 kes

Di erdheja roja Înê bi tundiya 6.2 li girava Sûlawesî ya Endonezyayê pêk hatî de, hejmara miriyan gihişte 60 kesan, tîmên rizgarkirinê bi lez di nava lêgerînan de ne.

Ji ber bi sedan birîndarên erdhejê nexweşxane tijî bûne.

Piştî erdhejê li bajarê Mamûjû bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bin kavilan derxistin. Li Mamûjûyê nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyane.

Li gorî bîlançoya dawî 60 kesan jiyana xwe ji dest dane, tê diyarkirin ku hejmara miriyan zêdetir be.

Heta niha jî nayê zanîn ku di bin kavilan de çend kes mane. Bi hezaran kesên ku avahiyên wan xirab bûyîn li bin kavilan dijîn. Ji ber baranên mûson jî şertên jiyanê her ku diçe zor dibe.

Roja Pêncşemê jî bi dijwariya 5.8 pileyî li herêmê erd hejiya bû, lê tiştek bi kesî nehatibû.

Li herêma Palû ya girava Sûlawesiyê di Îlona 2018'an de bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiyabû. Di vê karesaetê de zêdeyî 4 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, herî kêm 170 hezar kes jî neçar mabûn warê xwe biterikînin.

Sala 2004'an li peravên Sûmatrayê ji ber erdheja bi dijwariya 9.1 pileyî tisûnamî çêbûbû, 170 hezar ji wan li Endonezyayê 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.