Di doza Komkujiya Dîlokê de jesta darazê li DAÎŞ’ê
Derkete holê ku Fadîle Cabael ku di doza komkujiyê ya Dîlokê de dihate darizandin, hatiye berdan. Hincet, ‘’nexeweşî’’ ye!
Derkete holê ku Fadîle Cabael ku di doza komkujiyê ya Dîlokê de dihate darizandin, hatiye berdan. Hincet, ‘’nexeweşî’’ ye!
20’’ê Tebaxa 2016’an li Dîlokê dema dawetekê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşeke xwekuj biribûn ser dawetê û piranî jê zarok 56 kes hatibû kuştin.
DARAZA AKP’Ê LI BARA NEXWEŞÊN DAÎŞ’IYAN PIR HESAS E!
Di doza komkujiyê de diyar bû ku piştî bi 2 salan girtiyek hatiye berdan. Fadîle Cabael, hevjînê yek ji bersûcê komkujiyê Mehmet Kadîr Cabael, bi hinceeta pirgirêkên nexweşiyê hatiye berdan.
Daraza AKP’ê ya ku li bara mijara ‘tenduristiyê’ ya DAÎŞ’iyan hesas e, dema ku mijar girtiyên siyasî yên nexweş be, hem wan bernade û hem jî li gritîgehê wan bi dest mirinê ve dihêle.
Têkilî nexweşiya tenduristiyê ya Cabael ti agahî nehate parvekirin. Rayedaran ti daxuyanî neda. 16’ê Cotmeha 2016’an dema ku li Dîlokê operasyonek li hucreyeke DAÎŞ’ê hatî kirin, hatibû gotin Mehmed Kadîr Cabael xwe kuştibû û miribû. Di heman operasyonê de Fadîle Cabael bi saxî hatibû girtin. Şopa tiliyên Kadîr Cabael li ser wesayitê, ku di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê hatibû dîtin.