Di dema serdana Rubio ya li Qudsê de çekên giran ji Îsraîlê hate veguhestin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihandin ku dema Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio ji bo dîtina rêveberên Îsraîlê serdana Qudsê kir, DYE'yê çekên giran ji Îsraîlê re şand.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Ji aliyê rêveberiya Serok Donald Trump ve beriya demeke kurt sewqiyata çekên giran hate erêkirin û nîvê şevê gihîşt Îsraîlê."

Hate ragihandin ku çekên hatin veguhestin ji bombeyên giran ên bi tîpa MK-84 pêk tê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku teslîmiyata çekan ji bo artêşa Îsraîlê xwedî girîngiyeke stratejîk e û nîşaneyeke din a hevkariya xurt a navbera Îsraîl û DYE'yê ye.

Destpêka meha Sibatê rêveberiya Trump erê kiribû ku bi buhayê 7.4 milyar dolarî bombe, cebilxane û fuze ji Îsraîlê re bê firotin.