Di dawiya hefteyê de li Derya Spî 20 koçber mirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, di dawiya vê hefteyê de li Derya Spî 20 koçberan jiyana xwe ji dest dane, ku yek jê zarok e.

Yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalyayê roja yekşemê ragihandin, ku di çar operasyonan de 480 koçber ji nava deryayê derxistine. Hat ragihandin 7 cenaze jî dîtine.

Berdevkê Îtalyayê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Carlotta Samî diyar kir, 500 koçber bi saxî hatine rizgarkirin û got, "Lê belê 20 kes mirin e, ku yek jê zarok e." Samî anî ziman, ku li gorî gotinên koçberên sax rizgar bûne, hin ji van 20 kesan xeniqîne, hin jî di binê lingan de man e. Hat ragihandin, qurbanî ji Nîjeryayê Peravên Côte d'Ivoire û Bangladeşê ne. Samî da xuyakirin, ku ji ber aloziyek li keştiya penaber tê de bûn, ev trajedî rû daye.

JI DESTPÊKA SALÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 1300 KES LI DERYA SPÎ MIRIN

Ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 45 hezar koçeber û penaber ji Derya Spî hatin derxistin û ew birin peravên Îtalyayê. Tê gotin, hejmara penaberên gihîştin peravên Îtalyayê, li gorî par ji sedî 44 zêde bûye. Ji destpêka sala 2017'an û vir ve zêdeyî 1300 koçber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, ya jî winda bûne.

Piraniya koçberên li vê herêmê, ji Nîjeryayê tên. Li Nîjeryayê, ev 8 sal in hovîtiya Boko Haram heye. Ji ber êrîşên Boko Haram û operasyonên dewletê zêdeyî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, 2.6 mîlyon kes jî neçar mane malên xwe biterikînin.