Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di civîna YE de li ser koçberan li hev hate kirin

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê piştî danûstandinên bi saetan li hev kirin ku navendên koçberan ên bi kontrol werin avakirin.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk sibeha Înê daxuyaniyek da û diyar kir ku lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijara pirsgirêka koçberiyê li hev kirine.

Îtalyayê ji êvarê Pêncemê ve danezana encamê ya dawî bloke dikir. Îtalyayê ji welatên din ên Ewropayê dixwest ku bersivê bide daxwazên wê.

Li dû danûstandinên ji neh saetan daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku hemû tevdîrên li ser "navendên bi kontrol" werin girtin, wê li ser bingeha dilxwaziyê be.

28 welatên Yekîtiya Ewropayê her wiha biryar dan ku sînorên xwe yên derve xurt bikin. Di vê çarçoveyê de tê xwestin ku alîkariya ji bo Tirkiye û Bakurê Afrîkayê bê zêdekirin û bi vî rengî pêşî li pêla koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve bê girtin. Li gorî biryara lîderên Yekîtiya Ewropayê, beşa duyemîn a paketa alîkariya ji 3 milyar Euroyî ku ji bo penaberên Sûriyeyî ji bo Tirkiyeyê hatiye plankirin, wê bide. Ji bo projeyên koçberiyê yên li Afrîkayê jî wê 500 milyon Euro bê dayin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku wê avakirina "navendên pêşwazîkirinê" yên li derveyî Ewropayê bên lêkolîn.