Di civîna NATO’yê de wê kêşeyên Rûsya û Tirkiyeyê derkevin pêş

Roja Çarşemê wê civîna NATO’yê were lidarxistin. Beriya civînê wê serokên Fransa, Elmanya, DYE û Brîtanyayê li hev bicivin û wê li ser astengiyên ji ber tifaqa bi Tirkiyeyê were nîqaşkirin.

Beriya civîna NATO’yê serokên gelek welatan hatin Londrayê. Di civînê de wê meseleyên wekî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û aloziyên piştî kirîna S-400 a ji Rûsyayê were nîqaşkirin.

Di civînê de wê aloziya di navbera Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî dîsa rû bide.

WÊ HEQARÊN ERDOGAN WERE ROJEVÊ

Tê diyarkirin ku wê serokê her çar welatan dema bi Erdogan re bicivin, wê qala êrîşên dagirker ên li ser Rojava were kirin û kirîna S-400’an were rojevê.

Li gorî nûçeyên ku xwe dispêrin Qesra Serokkomariyê ya Fransayê wê Macron israr bike ku Erdogan derbarê heqaretên li ser wî tiştekî bibêje.

Di civînê de wê li ser têkiliyên bi Rûsyayê û girêdayîbûna di warê enerjîyê de jî were sekinandin. Elmanya jî di nav de gelek welat di warê enerjiyê de girêdayî Rûsyayê ne.