Di cîhanê her sal 800 hezar kes întixar dikin

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li tevayî cîhanê her sal 800 hezar kes dawî li jiyana xwe tînin. Ev jî tê wê wateyê ku her 40 çîrkeyan kesek întixar dike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî întixaran beriya 10’ê Îlonê Roja Pêşîlêgirtina Întixaran a Cîhanê raporek weşand.

Li gorî raporê di navbera salên 2010 û 2016’an de di asta gerdunî de rêjeya întixaran 9.8 ji sedî kêm bûye.

Li welatê Emerîka ku xwe gihandina çekan lê heye rêjeya întixaran 6 ji sedî zêde bûye û ev jî weke herêma yekem balkêşe.

WHO’yê got; “Tevî pêşketin heye lê her 40 çîrkeyan de mirinek çêdibe.” Di sala 2014’an de jî bê navber întîxar çêbibûn.