Di çalakiya hilbijartinê ya SPD’ê de Îsraîl û Tirkiye hatin protestokirin

Di kêliyên kampanyaya hilbijartinê ya SPD’ê de ku kampanya li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bi beşdarbûna Wezîrê Parastina Federal Boris Pistorius hate lidarxistin, dewletên Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê hin ciwanan ve hatin protestokirin.

Wezîrê Parastina Federal Boris Pistorius piştî seredana yekîneya polîsan a li Leîpzîgê ya roja Sêşemê beşdarî çalakiya hilbijartinên xwecihî ya li Felsenkellerê bû. Pistorius di çalakiyê de bal kişand ser girîngiya çekdarkirina Elmayayê ya bi armanca parastina li dijî Rûsyayê û ragihand ku parastina demokrasiyê bi çekdarkirinê pêkan e. Boris di berdewamiya axaftina xwe de bersiva pirsên têkildarî şerê li Xezeyê da û balkişand ser ‘mafê xweparastinê’ yê Îsraîlê ku ev yek jî bû sedem ku Boris ji aliyê beşdarvanên çalakiyê ve were rexnekirin.

Di kêliyên çalakiyê de zêdetirî 30 ciwanan nerazîbûnên xwe yên têkildarî kuştina bi deh hezarên li Xezeyê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê çekdabînkirina Elmanyayê ya ji bo Tirkiyeyê, nîşan dan.

Yek ji ciwanan rexneyên xwe anî ziman û got: ‘’Qala aştiyê dikin lê belê Elmanya hê jî çekan dide Tirkiyeyê.’’ Her wiha ciwanan diyar kir ku di nava Bundeswehrê de bûyerên îstîsmar û tundiya zayendî gelekî rû didin.

Di çalakiyê de ji ber protestoyan Boris neçar ma ku gelek caran navberê bide axaftina xwe û li dijî ciwanan bertekên xwe bi van gotinan anî ziman: ‘’Gelek bûyer li min qewimîne lê belê cara ewil e tiştekî bi vî rengî tê serê min.’’

Ciwanan bang li hemû welatiyan kir ku bi beşdarbûna kampanyayên hilbijartinê  balê bikşînin ser polîtîkayên hikûmetê û li hemberî şer helwesta xwe nîşan bidin.