Di çalakiya Êlek Zeran de bi dehan kes hatin destgîrkirin

Çalakiyên Êlek Zeran ên li Fransayê ji 17'ê Mijdarê û vir ve dewam dikin. Bi dehan hezar kes tevlî çalakiya heftan bûn. Ji ber şerê ku di dema xwepêşandanan de rû da, bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Çalakiyên Êlek Zeran ku bi nerazîbûna li dijî baca zêde ya buhayê sotemeniyê dest pê kir, gav bi gav veguherî têkoşîna ji bo wergirtina mafên hatine desteserkirin.

Çalakger di vê çarçoveyê de li sedan herêmên Fransayê nobedê digirin û roja Şemiyê jî li dehan bajarî xwepêşandanan li dar dixin.

Ji ber betlaneya dawiya salê, tevlîbûna li xwepêşandanên heftemîn kêm bû. Li gorî Wezareta Edaletê, hefteya bihurî 38 hezar û 600 kes, doh jî 12 hezar kes tevlî xwepêşandanan bûn. Li gorî wezaretê, çalakiya destpêkê ya 17'ê Mijdarê bi beşdariya 282 hezar kesî pêk hatibû.

Lê belê Êlek Zer dibêjin, hejmara beşdaran gelekî zêdetir e. Li bajarê Bordeaûxê bi tenê bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyên doh de di navbera çalakgeran û polîsan de şer derket. Li gelek bajarên mezin li sûkê, li pêşiya xaçerêyên girîng û ber walîtiyan çalakiyên blokajê hatin kirin.

Di şerê dema çalakiyan de 57 kes li Parîsê hatin girtin û tê gotin ku herî kêm 33 kes hatine destgîrkirin. Li bajarê Amîensê jî herî kêm 17 kes hatin destgîrkirin.