Di 15 rojan de dibe ku hikûmeta Efxan û Telîban li hev rûnin

Hate gotin dibe ku di nav du heftiyan de hikûmeta Efxan û Tevgera Telîban rasterast li hev rûnin.

Hate gotin dibe ku di nav du heftiyan de hikûmeta Efxan û Tevgera Telîban rasterast li hev rûnin.

Tevgera Telîban ku bi mehan e bi DYE'yê re muzakereyan dike, heta niha ber pê nedihat ku bi hikûmeta Efxan re rûne. Telîbanan ji hikûmeta Efxan re ''bûkok''a DYE'yê digot.

Li gorî Wezîrekî Efxan di nav 15 rojan de her du alî rasterast wê  li hev rûnin.

Wezîrê Karê Navxwe Evdil Selam Rehimî ku nêzî Serokkomar Eşref Xenî ye, got, ''Em xwe hazir dikin ku rasterast li hev rûnin. Hikûmeta wê ji hêla şandeyeke 15 kesî ve were temsîlkirin.''

Rehîmî her wiha got, ''Em bi hemû aliyan re didin û distînin û di nav du heftiyan de em hêvî dikin ku li welatekî Ewropayê li hev rûnin.''

Rehîmî negot bê ka kîjan welat wê malxweyîtiyê li wan bike. Tîrmehê, li Doxayê, di nîqaşên nûnerên Efxan û Telîban de Elmanya bi roleke girîng rabûbû. Norwêç jî di nav wan welatan de ye ku tevlî nav hewldanên aştiyê dibe. Telîbanan hê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.