Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, mirovên têkiliya xwe bi kesên bi vîrûsê ketin hebû û ev derman li ser wan hate ceribandin, vîrûs nehatiye dîtin.
Dermanê bi navê VSV-Zebov ê li Kanadayê hate amadekirin, li ser gelek kesî hate ceribandin û bi van kesan re vîrûsa Ebola nehate dîtin.
Derzî li 5 hezar 837 kesî hate xistin û li 23 kesên ji bo ceribandinê hatin tespîtkirin, derzî nehat xistin. Piştî 10 rojan bi van 23 kesan re vîrûsa Ebola der bû. Lê ti ji kesên ku derzî li wan hate xistin bi vîrûsê neketin. Ev yek jî nîşan dide, ku dermanê hatiye amadekirin, li dijî Ebolayê ji sedî sed bi bandor e.
WHO li ser dermanê li dijî Ebola daxuyaniyek weşand û diyar kir, di nava mirovên derzî li wan hatine xistin de, li 3 kesan 'di asta giran' de bandorên din rû dane. Li van kesan êşa serî, sistiya beden û êşa masûlke hatiye tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev her sê kesên bandora neyînî li wan bû bû, piştre baş bûne.
WHO diyar kir, plan tê kirin ku ev dermanê li dijî vîrûsa Ebola ji bo mirovên têkilî bi kesên bi vîrûsê ketine danîne, bê bikaranîn.
Tê payîn ev dermanê nû pêşkêşî Ajansa Berhemên Tibî û Xurekê ya Amerîka (FDA) û Ajansa Derman a Ewropayê (EMA) bê kirin û piştî erêkirina van saziyan di sala 2018'an de bi rengekî fermî were bikaranîn. Lê belê tê plankirin, ku di rewşeke gengaz a rûdana şewba Ebola de, bi qasî 300 hezar ji vî dermanî bê bikaranîn.
Di navbera salên 2013-2015'an de bi giranî li Gîne, Sîerra Leone û Lîbyayê şewba Ebola di nava 28 hezar 627 kesî de hatibû tespîtkirin û 11 hezar 315 ji van miribûn.