Derbarê Puîgdemont ‘bultena sor’ hate derxistin

Dadgeha Spanya derbarê lîderê Katalan Carles Puîgdemont bi ‘bultena sor’ biryara girtinê derxist.

Dadgeha Spantî derbarê lîderê Katalan Carles Puîgdemont li tevahiya Ewropayê biryara girtinê derxist. Her wiha Puîgdemont di daxuyaniyê de ji bo hilbijartinên 21’ê Mijdarê got, ‘’ez hazir im ku di hilbijartinan de bibim namzet. Li devereke dî jî pêkan e ku kampanyaya hilbijartinê were kirin.’’

Puîgdemont ê ku derbarê wî biryara girtinê hate derxistin diyar kir ku cezayê girtîgehê lê were birîn wê hilbijartin ‘ne bê alî, serbixwe û asayî bin’’.

Rêveberiya Madrîdê derbarê lîderê Katalan ku bi sûcê ‘’raperîn, handana serhildanê û baş bi kar neanîn peywirê’ ji peywirê girtî, beriya niha derbarê Puîgdemont û 9 rayedarên Katalan lêpirsîn dabû destpêkirin.

Puîgdemont jî piştî biryarê çûbû Belçîkayê.