DEM Parti’yê serdana Parlamentoya Awûstralyayê kir
Şandeya DEM Partiyê li Parlamentoya Awûstralyayê bi komên cuda yên partiyên siyasî re hevdîtin kir.
Şandeya DEM Partiyê li Parlamentoya Awûstralyayê bi komên cuda yên partiyên siyasî re hevdîtin kir.
DEM Partiyê derbarê serdanên xwe yên li Parlamentota Awûstralyayê de ev agahî parve kirin:
“Alîkara Hevserokên me ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay û alîkarê Hevserokên me yê ji Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demorkatîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî 10’ê Sibatê li Parlamentoya Awûstralyayê bi gelek komên partiyên siyasî re hatin ba hev. Şandeya me ji Koma Keskan Senator David Shiebridge û Jordan Steel-John, Şêwirmendê Serokê Koma Keskan Adam Bants, Ji Partiya Karkeran Mike Freelander û gelek endamên parlamentoyê yên lîberal û serbixwe re hevdîtin kir û derbarê geşedanên li Tirkiye ûli Rojhilata Navîn nêrînên xwe parve kirin.
Şandeya me derbarê êrîşên sîstematîk û derhiqûqî yên li dijî partiya me de agahî dan û nêrînên xwe yên derbarê polîtîkayên qeyûman de nêrînên xwr parve kirin. Di hevdîtinan de her wiha li ser çareseriya aşîtiyane ya pirsgirêka Kurd pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman û hat destnîşankirin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Avûstralyayê de divê di nav çarçoveya demokrasî, serdestiya hiqûqê û rêzgirtina mafên mirovan dd bimeşin. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, da ku di navbera hemû partiyên siyasî yên Parlamentoya Awûstralyayê û DEM Partiyê de kanalên diyalogê yên mayînde bên avakirin ku Awûstralya yek ji pêkhateyên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye, nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin. Serdana şandeya me ya ji bo Awûstralyayê didome.”