Dayikên Plazo de Mayoyê dewleta Îranê protesto kir

Di çalakiya Dayikên Plazo de Mayoyê de dewleta Îranê ya ku Jîna Emînî qetil kir, hate protestokirin.

Dayikên Plazo de Mayoyê her hefte roja Pêncşemê ji bo 30.000 kesên ku li bajarê Bûenors Aîres ê Arjantînê di dema dîktatoriyê de hatine windakirin, çalakiyekê li dar dixin. Di çalakiya vê hefteyê de dewleta Îranê ku Jîna Emînî qetil kir, hate protestokirin.

Yek ji endamên damezirîner a organîzasyona Dayikên Plazo de Mayoyê Nora Cortînas jî tev li çalakiyê bû. Di axaftina li ser navê  Komîteya Piştevaniyê ya bi Tevgera Jinan a Kurdistanê re hate kirin de, wiha hat gotin: “Di şexsê jina Kurd a ciwan a ku ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ên Îranê ve bi hovîtî hate qetilkirin de, xwestin ku civakekê bitirsînin. Lê hema bibêje ev hefteyek e, gel bi serhildanê bersiva qetlîamê dide.”

Di çalakiyê de helbestên li ser giringiya geşkirina berxwedanê ya li dijî qirkirina xweza, civak û jinan, hatin xwendin.

Di çalakiya vê hefteyê de meresima ku weke kevneşopî bexşê kesên winda tê kirin, di şexsê Jîna Emînî de ji bo jinên ku hatine qetilkirin hat lidarxistin.