Dayikên Şîlî: Bila wezîrên cûntayê bên darizandin

Malbatên kesên ku li Şîlî di dîktatoriya faşîst a 17 salan de hatin windakirin, li dijî wezîrên wê demê hemûyan doz vekirin.

Li dijî cûntaya Pînochet dozeke nû hate vekirin ku cûntayê di navbera salên 1973 û 1990'î de li Şîlî komkujiyên mezin kiribû. Serlêdan di 11'ê Îlonê de hate kirin ku salvegera darbeya leşkerî ya bi qetilkirina serokdewletê sosyalîst dest pê kir. Kolektîfa Malbatên Girtî û Windayan (AFDD) gilî kir.

Seroka AFDD'ê Lorena Pîzarro diyar kir ku wan giliyê hemû wezîrên serdema dîktatoriyê ya 17 salan kirine. Pîzarro diyar kir, ku ji cînayetên di dema dîktatoriya cûnta de hatin kirin tenê wezîfedarên rejîma zordar ne berpirsyar e, divê wezîrên hikumetê jî hesabê wan komkujiyan bidin.

Li Şîlî piştî darbeya leşkerî ku li serokdewletê sosyalîst Salvador Allende hate kirin bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan an jî hatin windakirin. Aûgûsto Pînochet ku beriya darbeyê fermandarê artêşê bû heta sala 1990'î serokdewletî kir û di sala 2006'an de ku hîn dihate darizandin miribû.

Ji bo 3 hezar û 200 mûxalîfên di dema Pînochet de hatin qetilkirin an jî windakirin her sal di 11'ê Îlonê de çalakî tên kirin. Hîn jî aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn. Li gorî daneyên fermî di heman demê de êşkence li 38 hezar kesî hate kirin.

Li gorî raporeke mafên mirovan a ji aliyê Zanîngeha Dîego Portales ve hate amadekirin, tenê 22 ji sedî yê kesên di dema dîktatoriya Pînochet de hatin kuştin an jî windakirin eşkere bûye û kiryaran ceza xwarine. Dozên der barê wê demê di salên 1990'î de dest pê kiribûn û hîn jî gelek ji wan didomin.