Dadgeha Swêdê: Şewitandina Quran'ê rê li ber zêdebûna nefretê vedike
Dadgeha Stockholmê têkildarî bûyerên şewitandina Quran'ê û ji ber berteka welatên Misilman biryara xwe eşkere kir.
Dadgeha Stockholmê têkildarî bûyerên şewitandina Quran'ê û ji ber berteka welatên Misilman biryara xwe eşkere kir.
Heyeta dadgehê alîkarê Salwan Momika, Salwan Najem bi sûcê "zêdekirina nefretê" mehkûm kir.
Biryara dadgehê ji ber kuştina Salwan Momika a şeva Çarşemê ya li Stockholmê hatibû taloqkirin.
Heyeta dadgehê çar hevdîtinên cuda lêkolîn kir û da zanîn ku Momika û Najem di kêliya şewitandina sûretên Quranê de heqaret li Misilmanan kirine.
Dadger Goran Lundahl bal kişand ser girîngiya azadiya xweîfadekirinê û got: "Pêkan e ku olek were rexnekirin lê belê ev yek rê li ber heqaretkirinê venake."