Dadgeha DYA’yê 32 meh ceza da Mehmet Hakan Atîlla

Dadgeha DYA’yê 32 meh cezayê girtîgehê li midûrê giştî yê berê yê Halk Bankê Mehmet Hakan Atîlla birî.

Dadgeha Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) ji ber mueyîdeyên li ser Îranê sepand, di çarçoveya pênc tawanbariyên cuda de 32 meh cezayê girtîgehê li midûrê giştî yê berê yê Halk BanKê Halkê Mehmet Hakan Atîlla birî.

Danişîna hikimkirinê ya midûrê giştî yê berê yê Banka Halkê Mehmet Hakan Atîlla li dadgeha Herêma Başûr a New Yorkê pêk hat. Di dozê de dozger 105 sal ceza ji Atilla re xwestibû û parêzerên Atilla jî doza 46-56 meh ceza kiribûn. Lê belê dadgerê dozê Berman di danişînê de got: "Di vê dozê de ne mehkûmiyetek e ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin, divê cezayeke bi merhamet bê dayîn."

‘DADGEHÊ 32 MEH CEZA BIRÎ’

Heyeta dadgehê ji ber mueyîdeyên li ser Îranê sepandiye, di çarçoveya pênc tawanbariyên cuda de ceza li Hakan birî.